Nîsan 08, 2022 20:02 Asia/Tehran
  •   Li Kerkûkê ji ber bahoza tozê 110 kes rakirin nexweşxaneyan

Bi sedema tozbarînê ku ji doh ve tevaya navçeyê girtiye, li parêzgeha Kerkûkê 110 kes rakirine nexweşxaneyan. Rayedarên Kerkûkê daxwaz ji welatiyan dikin, eger ji bo karekî pir pêwîst nebe, ji malên xwe dernekevin û xwe ji hewaya pîs û tozê biparêzin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Di daxuyaniya nivîskî ya Nexweşxaneya Kerkûkê de hat diyarkirin ku ji ber bahoza qumê ya dijwar a li bajêr û tozbarînê bi dehan kes ketine bin metirsiya bêhntengî û xeniqandinê.

Rêveberê Tendirustiya Kerkûkê Nebîl Hemdî îro ragihand ku bahoza qumê û barîna tozê bandor li tendirustiya gelek kesan kiriye û “heta demjimêrên destpêkê yên îro Înê 8ê Nîsanê, 110 kes bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.”

Rêveberê Tendirustiya Kerkûkê diyar kir, “ew kes rastî bêhntengiyê hatine û li nexweşxaneyên cuda hatine dermankirin.”

Hejmara kesên ku ji ber bandora tozbarînê li Kerkûkê serdana nexweşxaneyan dikin, her ku diçe zêdetir dibe.

Şevê din hatibû ragihandin ku li Kerkûkê bi sedema tozbarînê 90 kes rastî bêhntengiyê hatin û bo nexweşxaneyên bajêr hatin şandin.

Roja 7 Nîsanê pêleke tozbarînê Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Iraqê da ber xwe.

Li gorî saziya keşnasiyê ya Iraqê eger heye ev pêla tozbarînê heta 9 Nîsanê berdewam be.

Rêveberiya Polîsê Trafîkê ya Kerkûkê jî daxwaz ji xelkê dike ku eger pêwîst nebe otombîlên xwe nebin derve.

Mihemed Îsmaîl Elî, Rêveberê Polîsê Trafîkê yê Kerkûkê got, “Me rênimayî daye şofêran ji bo ku camên otomobîlên xwe bigirin û glûpên pêşî yên otomobîla xwe pêxin û bi lez nehajon da ku ji ber daketina mesafeya dîtinê dûr bin ji bûyerên trafîkê.”

Rêveberê Polîsê Trafîkê yê Kerkûkê tekez kir, “pêwîst e hemwelatî eger ji bo rewşekî gelek pêwîst nebe, otomobîlên xwe nebin derve.”

Serepeyv