Nîsan 06, 2022 18:45 Asia/Tehran
  • Civîna Çarçoveya Hemahengî ya Şîyî li Iraqê

Serokên Çarçoveya Hemahengî (Îtar Tensîqî) ya Şîyî ji bo nirxandina rewşa dawiyê li Iraqê rûniştinek pêk anîn û tê de dest bi danûstandinê kirin.

Di hilbijartinên vê dawiyê li Iraqê de, Tevgera Sedir ji 329 kursiyên parlamentê 73 kursî bidest xistin û niha ev kursî têra avakirina hikûmetê nakin û divê bi komên din ên siyasî yên ku di hilbijartinan de bi ser ketine re hevpeymaniyê pêk bîne, lê ji ber nakokî û dijberiyênkûr heya niha ev hevpeymanî pêk nehatiye.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Bexda El-Yewmê, li civîna serokên Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan li mala Hadî Amirî, serokê hevpeymaniya Fetih, dawîn pêşhatên siyasî li Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di vê civînê de her wiha hûrgiliyên pilana 4 xalî ya Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo jiholêrakirina xitimîna siyasî li Iraqê hatin gotûbêjkirin. Ev plan xalên wiha digirin ber xwe: 1- Pabendbûna li ser demên diyarkirî yên qanûnî û avakirina fraksiyona piranî ya herdu aliyan, ji bo parastina mafên bloka şîye û herwiha parastina mafên bloka Sunne û Kurdistanî di giheştina serokatiya parlamentoyê û serokatiya komarê de. 2- Piştî ragihandina fraksiyona piraniyê, Çarçoveya Hemahengî û Tevgera Sedir divê li ser namzediya serokwezîriyê li ser pîvanên karîgerî, yekitî û serxwebûnê li hev bikin. 3- Lihevkirina li ser pêşkêşkirina bernama hikûmetê li gorî demek diyarkirî, 4- Koma opozisyonê di parlamentoyê de dê bibe berpirsê çavdêrîkirin û kontrolkirina karûbarên hikûmetê di dema şaşitiyê û bêqanûnî û ji rêderketina hikûmetê.

Endamê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û rêveberê Çarçoveya Hemahengî Arif Hemamî got: Armanca destpêşxeriya Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan ew e ku welêt ji xitimandina siyasî derxîne û ev plan bi temamî di çarçoveya destûrê de ve.

Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan, Tevgera Sedir û komên din ên siyasî şirîkên rastîn ji hevdu re dizane.

Serepeyv