Nîsan 06, 2022 16:13 Asia/Tehran
  • Nakokiya li ser erkan, qelsiya Îtîlafa Înqaz Watan nîşan da

Nakokiya di navbera serokê parlamenta Iraqê Mihemed El-Helbûsî û cîgirê wî yê yekemîn Hakim El-Zamilî de her diçe zêdetir eşkere dibe. di vê barê de rojnama El-Ereb a nêzîkî Erebîstana Siûdî ku li Londonê derdikeve, nivîsarek weşandiye.

Der barê kar û barên Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Nakokiya di navbera serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî û cîgirê wî yê yekemîn Hakim El-Zamilî de eşkere bû. Ev yek nîşan dide ku hevbendiya Înqaz Watan (Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman) zeîf e ku meha borî avakirina wê bi pêşengiya Tevgera Sadir hat ragihandin û ji Serdestiya Sunnî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk tê.

Di çend saetên dawîn de, gelek belge derketin pêş ku nakokiyên li ser erkan, di navbera El-Helbûsî û El-Zamlî de hene.

Ji nakokiyan diyar dibe ku hevbendiya Înqaz Watan li ser rêgezên bingehîn nehatiye avakirin mîna ku propagandaya hat kirin, lê belê li ser berjewenidyên siyasî yên teng ava bûye ku dê ji ber bidawîbûna wê, hevbendî ji hev bikeve.

Piştî 6`ê Nîsanê heke serokkomar nehat hilbijartin, êdî Iraq dê bi valahiyeke destûrî re rû bi rû bimîne û xuya ye ku hêzên siyasî xetereya vê yekê fêm nekiriye.”

Serepeyv