Li parêzgeha Nînewayê ya Iraqê êrişî çeperên DAIŞê kirin
Balafirên şer ên Iraqê çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Nînewayê li bakûra Iraqê kirin armanc.
Li gorî rapora Bexda El-Yûmê, Yekîneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê îro danê sibê ragihand ku balafirên şer ên Iraqê piştî êrişa xwekujî ya DAIŞê ser artêşa Iraqê li başûrê Mûsilê, di du qonaxan de çeperên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Neynewayê hedef girtin ku di encamê de çend terorîst li parêzgeha Neynewayê hatin kuştin.
Roja Duşemê, heşt hêzên ewlekarî yên Navenda Fermandarîya Nînewayê di êrîşeke xwekujî ya endamên DAIŞê de li ser hêzên artêşa Îraqî li başûrê Mûsilê, navenda parêzgeha Nînewayê birîndar bûn.
Di operasyoneke lêgerînê de li başûrê rojavayê parêzgeha Nînewayê, hêzên Îraqî çend tûnêlên DAIŞê dîtin û piştre bi terorîstan re şer û pevçûn derket û di encamê de endamekî DAIŞê hat kuştin û yekî din jî kembera xwe ya teqîner di nava yek ji wan tunêlan de teqand û di encamê de hejmarek hêzên Iraqî birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li gel hêzên Heşda Şeibî û pêşmergeyên kurd operasyonên dijî terorîstan bo jinavbirina paşmahiyên koma têrorîst a DAIŞê li navçeyên curbicur ên Iraqê pêk tînin.