Nîsan 04, 2022 20:21 Asia/Tehran
  • Amirî: Em dev ji damezirandina fraksiyona pirranî bernadin

Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê ragihand ku çarçoveya Hevahengiya Şîeyan dev ji damezirandina fraksiyona pirranî ji bo misogerkirina mafên şîeyan bernade.

Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê got: Aramiya siyasî divê li welêt pêk were, ji ber ku ev yek dewleteke bihêz ava dike ku dikare ewlehiyê pêk bîne û xizmetan raberî gel bike.

Amirî pêwîstiya lihevkirina neteweyî di rêveberiya qonaxa pêşerojê da destnîşan kir û got: Me tu wextê dev ji damezirandina fraksiyona pirranî ji bo misogerkirina mafên şîeyan bernedaye û em ê bernedin.

Muqteda Sedir, serokê tevgera Sedir a Iraqê vê dawiyê ragihand ku Tevgera Sedir dê mudaxileyî damezirandina dewletê neke, lê derfetekê ji destpêka meha Remezanê heta 9ê Şevalê dide

sê yekê garantîker (Çarçoveya Hevahengiyê û hevpeymanên wan) da ku dewleta pirranî ava bikin.

 

Serepeyv