Nîsan 04, 2022 18:01 Asia/Tehran
  • Fermana serokwezîrê Iraqê ji bo zêdekirina tevdîr û kiryarên ewlehiyê di meha Remezanê da

Serokwezîrê Iraqê ji fermandarên polîsê vî welatî xwest ku amadetiya ewlehiyê di meha Remezanê da zêde bikin.

Mustefa Kazimî serokwezîrê Iraqê di serdana Wezareta hundir a vî welatîda got: Fermandarên polîs divê bernameyên nû ji bo bicihkirina hêzên xwe di meha Remezanê da pêk bînin û polîsê ajovaniyê divê trafîka piştî avabûna rojê berçav bigire û polîs û hêzên ewlehiyê li nav kolanan danûstandineke aram hebin.

Kazimî her wiha got: Iraqê derfeta rasteqîn ji bo xurtkirina ewlehiyê heye û tevî hebûna pirsgirêkan, hewildanên me dikarin bibin derfetek ji bo serkeftinê.

Serokwezîrê Iraqê bi gotina vêya ku, em şehedê gendeliyê di piraniya saziyên welêt da ne û hema wisa jê renc dikişînin, xitabî rêberên ewlehiyê yên Iraqê got: Hûn wek rêberên ewlehiyê divê ji bin zzextên siyasî azad bibin û hebûneke we ya çalaktir hebin.

 

Serepeyv