Nîsan 03, 2022 19:03 Asia/Tehran
  • Hadî Amirî bo Balyozê Brîtanyayê: Hûn di karûbarên Iraqê de  destwerdanê dikin

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ku beşek ji Çarçoveya Hevahengiyê Şîyî ye, ji Balyozê Brîtanyayê li Iraqê re got: "Me agahî ji dezgehên îstixbaratî yên biyanî wergirtine ku Brîtanya bi awayekî domdar destwerdana di rewşa siyasî ya Iraqê de dike."

Roja Şemiyê 2ê Nîsana 2022an, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî li nivîsgeha xwe ya Bexdayê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Mark Barison Richardson kir.

Li gor daxuyaniya ofîsa Hadî Amirî, di vê civînî de amaje bi wê hatiye kirin ku proseya siyasî li Iraqê ji sala 2003an vir ve li ser sê prensîpên serekî hatiye avakirin ku ew jî “lihevkirin, hevkarî û hevsengî” ye.

Di daxuyaniyê de hatiye, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî di civînê de ji Balyozê Brîtanyayê re daye zanîn ku “aramiya Iraqê tê wateya aramiya herêmê û pêwîst e her kes ji bo aramiya herêmê ji aliyê siyasî ve li çareseriyan bigere.”

Her li gor daxuyaniyê, Hadî Amirî diyar kir, ew ê di çarçoveya hevrêziyê de hewl bidin ku hevsengiyeke Şîeyan saz bikin, “ev jî wê bibe sedema hevsengiya Kurdan ku dawî li parçebûna ku di nav mala Kurdan de heye bîne.”

Di daxuyaniya ofîsa Amirî de hatiye ragihandin, Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê jî di vê civînê de anî ziman ku “Brîtanya hewl dide têkiliyên kûr ên dualî bi Iraqê re pêş bixe û piştgiriyê bide ku di vê qonaxê de ji bo me girîng e.”

Serepeyv