Li Kerkûka Iraqê pêgehên DAIŞê hatin bomebaran kirin
Adar 30, 2022 13:54 Asia/Tehran
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê duh hûrgiliyên bombebarana hejmarek pêgehên terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê ragihand.
Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê de hat diyarkirin; ji bo berdewamkirina têkoşîna dijî DAIŞê û tolhildana ji wan kesan ku seqamgîrî û asayîşê têk dibin, bi rêya firokeyên F16 yên Iraqê, hejmarek terorîstên DAIŞê li navçeya Wadî Şay a li parêzgeha Kerkûkê hatin bombebarankirin.
Şaneya Ragihandinê diyar dike ku bi zanyariyên îstixbarata Iraqê, hejmarek terorîstên DAIŞê ku destê wan di kuştina çendîn polîsan de li parêzgeha Kerkûkê hebû, bi firokeyan hatin bombebarankirin.
Herwiha tekez kiriye ku peyama hêzên Iraqê ji bo terorîstên DAIŞê zelal e, ku ji bombebaranan rizgar nabin.