Adar 30, 2022 10:39 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi roketan li baregeha leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê

Baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya bi navê Zelîkan, ku li Beişîqayê ya rojhilatê Mûsilê, navenda parêzgeha Nînowa ya bakurê Iraqê ye ku îro Çarşemê danê sibê rastî êrişa mûşekan hat.

Beişîqa yek ji herêmên Bakurê Iraqê ye ku di salên dawî de hêzên dagirker ên Tirkiyê tê de ji xwe re bargeh çêkirine.

Tora Sumeriya News a Iraqî sibeha Çarşemê ragihand ku sssherî kêm sê mûşek li binkeya Zelîkan ketine.

Ti agahiyek derbarê ziyanên canî û aborî yên vê êrîşa bi roketan ser bargeha artêşa dagirker a Tirkiyê belav nebûye.

Ev baregeha beriya niha jî bi caran bi roketan hatibû hedefgirtin.

Di van salên dawî de, Tirkiyê gelek caran bi behaneya tepeserkirina endamên Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) êrişî Iraqê kiriye.

Ev destdirêjî rastî berteka tund a hikûmeta Iraqê û welatên din ên cîhanê hatine.

Serokomariya Iraqê vê dawiyê êrişên Tirkiyê li bakurê Iraqê şermezar kir û ragihand ku êrişên bi dû hev ên artêşa Tirkiyê li ser axa Iraqê binpêkirina giran a serweriya Bexdayê û binpêkirina eşkere ya qanûnên navdewletî ye û eva berovajî peywendiyên cîrantiyê ye.

Serepeyv