Adar 27, 2022 21:28 Asia/Tehran
  • Kazimî bang li aliyên siyasî kir bo pêkanîna hikûmeta nû lezê bikin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li grûp û aliyên siyasî kir ji bo pêkanîna hikûmeta nû lezê bikin.

Serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî îro bi helkefta yekemîn salvegera derketina qanûna piştevanîkirina keçên êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, axaftinek kir û ragehand, hikûmet û dezgehên ewlehiyê yên Iraqê dê li ser geriyan û dîtina keç û jinên êzîdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, berdewam bin û got, ew karê ku terorîstên DAIŞê li dijî keçên kurdên êzîdî kirine, rûreşiyek mezin e.

Mistefa Kazimî her wiha got, divê her aliyek kar bike da ku tawanên wisa dubare nebin.

Kazimî di dawiyê de bang li aliyên siyasî kir di pêkanîna hikûmeta nû de lezê bikin û got, bi vî rengî dikarin hurmeta xelkê û daxwaziyên xelkê jî bigirin.

Serepeyv