Adar 27, 2022 13:44 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Divê aliyên Iraqî dawî li qeyrana siyasî bînin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbarê civîna duh ya parlementa Iraqê ku ji ber kêmbûna jimara parlemanterên beşdar pêknehat, daxuyaniyek da. Berhem Salih daxwaz ji aliyên siyasî kir ji bo derbaskirina qeyrana siyasî ya ku li Iraqê heye, bi lez dest bi danûstandinan bikin.

Dihat payîn di saet 11:00’an a duh Şemiyê de parlamenta Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê vî welatî bicive. Lê ji ber hejmara qanûnî ya parlamenteran temam nebû civîn hat paşxistin bo roja Çarşemê.

Serokkomarê Iraqê û namzetê YNK’ê yê ji bo serokkomartiyê Berhem Salih, derbarê civîna duh ya parlementa Iraqê de daxuyaniyek da.

Berhem Salih di daxuyaniyê de da zanîn di dema xwe de temamnekirina karên destûrî cihê xemgîniyê ye. Berhem Salih got pêwîst e hemû alî bi ruhê nîştimanperwerî dest bi diyalogên cidî bikin, da ku dawî li qeyrana siyasî bînin.

Serokkomarê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, ku berdewamiya rawestana siyasî tevî kêşeyên mezin ên li pêşiya welat, nayê qebûlkirin, ji ber ku hilbijartinên pêşwext ne armanc, belkî navgînek bû ji bo çaksaziyê û dabînkirina aramiya siyasî û civakî û başkirina rewşa welat.

Berhem Salih got: Îro girûpên siyasî rûbirûyê azmûn û îmtîhaneke neteweyî ya mezin in û rewşa dijwar a welat, derketina ji kirîza heyî kiriye berpirsiyariyeke dîrokî û pratîk a awarte ji bo gişt aliyan.

Namzedên herî girîng ji bo posta serokomariyê Berhem Salih, serokomarê niha û Rêber Ehmed berbijarê Partiya Demokrata Kurdistanê ne.

Serepeyv