Dadgeha Bilind a Iraqê ser xêra Salih deng da û giliya dijî wî red kir
Dadgeha Bilind a Iraqê giliya hilêxistî li dijî Berhem Salih serokkomarê vî welatî red kir.
Dadgeha Bilind a Iraqê roja Pêncşemiyê li ser xêra serokkomarê vî welatî deng da û giliya hilêxistî li dijî berbijarbûna wî bo dora duyem a serokkomartiyê red kir.
Dadgeha Bilind a Iraqê roja Pêncşemiyê ji bo biryardana derbarê giliya hilêxistî ji aliyê nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraq (PDK), Viyan Sebrî, Rêbiwar Evdilhadî û Şîrwan Cemal li dijî berbijariya Berhem Salih bo serokkomartiya Iraqê, civînek li dar xist.
Piştî vê civînê Dadgeha Bilind a Iraqê ragihand ku berbijariya Salih ji bo serokkomartiya Iraqê "qanûnî ye û kêşeyek tune".
Berhem Salih ku girêdayî bi Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ye di Sibata derbasbûyî da ragihand ku ew ê bo cara duyem bibe berbijarê serokkomartiya Iraqê.
Beriya vêya, Dadgeha federal a Iraqê di roja Pêncşemiyê da giliya Elî Nuseyf ji endamên şîe yên parlimana vî welatî li dijî Rêber Ehmed berbijarê Partiya Demokrat ji bo serokkomartiya Iraqê red kiribû.
Rêber Ehmed duyemîn berbijarê Partiya Demokrat ji bo serokkomartiya Iraqê ye. Ew piştî wê yekê ji aliyê vê partiyê va wek berbijarê serokkomartiyê hat nasandin ku Dadgeha Federal a Iraqê meha derbasbûyî berbijartiya Hişyar Zêbarî ji bo vê cîgehê red kir.