Adar 25, 2022 12:52 Asia/Tehran
  • Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku asta ava Dîcle û Firatê %73 dadikeve

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku ava çemên Dîcle û Firatê yên li Iraqê ji sedî 73 dadikeve; loma ji Iraqê xwest ku di hevdîtinên bi hedef yên bi welatên cîran re li ser parvekirina avê beşdariyê bike.

Servîsa wergerî ya Şefeqna ji zarê Al-Jazeera ragihand ku "Samî Dîmas", rêveberê herêmî yê Bernama Jîngehparêzî ya Neteweyên Yekbûyî, di kongerekî rojnamevanî de li Bexdayê got: “Iraq tûşî kêmbûna baranê û bandora wê li ser çemên Dîcle û Firatê heta 73%, bilindbûna germahiyê heft caran zûtir ji germbûna gerdûnî bûye, û nehevsengiya nifûsê heya %70 jî li deverên bajarî rewş xirab kiriye ku evana dibin sedema kêmbûna çandiniyê li vî welatî».

Dimas got: "Heta ku tevdîrên kolektîf neyên kirin, xirabkirina jîngehê, windabûna pirrengiya jîngehê, têkçûna erd û dûbarebûna diyardeyên hewayê yên tund metirsiyek cidî li ser mirovan li herêmê çêdike, ev hemû jî jiyana bi milyonan însan têxe metirsiyê." Jeanine Hennis-Plasschaert

Ji aliyê din ve  Jeanine Hennis-Plasschaert (Cênîn Hênîs Plasxart) nûnera taybet a Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, ji vî welatî xwest ku beşdarî danûstandinên bi mebest bi welatên cîran re li ser parvekirina avê bibe û di dewamê de tekez kir: Malbata Neteweyên Yekbûyî li Iraqê bi hevkariya vî welatî ji bo birêvebirina çavkaniyên avê û kêmkirina bandora wan a neyînî li ser jîngehê tev digere.

Hennis-Plasschaert got: Kêmbûna barîna baranê, kêmbûna avê, şorbûna ax û avê, rêvebirina bêserûber a çavkaniyan û zêdebûna nifûsê hemû ji wan faktoran in ku bandor li welat kirine. Divê guhertina avhewayê jî li ser vê mijarê bê zêdekirin di bin kêmkirina aktîf a herikîna ava welatên cîran de metirsiyek din e.

Serepeyv