Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Sunî û PDK’ê li hev kir
Adar 24, 2022 09:03 Asia/Tehran
Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Serweriya Sunî û PDK‘ê li ser namzedên serokwezîr û serokomariya Iraqê li hev kirin.
Ev demeke dirêj e li Bexdayê di navbera partiyan de ji bo avakirina hikûmeta nû û hilbijartinên serokomariya Iraqê gotûbêj tên kirin. Di encama muzakere û tifaqan de duh
li Bexdayê civîna çepemeniyê hate lidarxistin. Di civînê de hate ragihandin ku Hevpeymaniya Serweriya Sunî, PDK û Tevgera Sedir ji bo Hevpeymaniya Rizgariya Nîştimanî li hev kiriye.
Di civînê de hate ragihandin ku her sê aliyan Rêber Ehmed wek namzetê serokomariyê û Mihemed Cehfer Sedir jî wek namzetê serokwezîriyê destnîşan kirine.
Hêjayî gotinê ye ku wê roja 26’ê Adarê carek din Parlementa Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû bi cive.