Kerkûk - Li sînorê Daqûqê DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê kir
Li parêzgeha Kerkûkê, li navçeyeke ser bi qeza Daqûqê ve çeteyên DAIŞê ji du aliyan ve êrîşî Artêşa Iraqê kir, di navbera wan û leşkerên Iraqê de şer û pevçûn derket û di encam de serbazekî Iraqê hatiye kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Êrîşa çeteyên DAIŞê şeva derbasbûyî li gundê El-bomehed yê Daqûqê qewimiye.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê, Rayid Amir Nûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Çeteyên DAIŞê ji du aliyan ve êrîşî sengerên Artêşa Iraqê li sînorê gundê El-Bomehed li rojavayê Daqûqê kirine.”
Rayid Amir Nûrî got, piştî êrîşê di navbera hêzên Iraqê û çeteyên DAIŞê de bo dema “Nîv demjimêrî şer û pevçûn çêbûye”.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê diyar kir, “Çeteyên DAIŞê bi awayê partîzanî ji sengeran nêzîk bûne û sûd ji rewşa keşûhewayê dîtine ku baranî bûye û êrîşa xwe pêk anîne. Di encama êrîşê de, serbazekî Iraqê hatiye kuştin û 3 serbazên din jî birîndar bûne.”
Bi gotina Berdevkê Polîsê Kerkûkê, piştî êrîşê çeteyên DAIŞê ber bi cihên nediyar ve reviyane.