Adar 21, 2022 14:44 Asia/Tehran
  • Nûrî Malikî derbarê destwerdana Tirkiyê li karên navxweyî yên Iraqê hişyarî da

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê Tirkiyê derbarê destwerdana li karên navxweyî yên welatê xwe hişyar kir.

Li gorî rapora El-Meyadînê, Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê roja Yekşemiyê got: Destwerdana Tirkiyê li karên navxweyî yên dewleta Iraqê aliyên din hêrs dike û Hevpeymnaiya Dewleta Qanûnê li dijî her cûre mudaxileya li karên navxweyî yên Iraqê ye.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê xitabî Tirkiyê got ku bila pişta tu planekê li dijî ti komekê li Iraqê ji bo damezirandina dewletê negire, ji ber ku ev kar qeyranê diafirîne.

Malikî pêwendiyên Tirkiyê di gel hin partiyên siyasî yên iraqî ji bo aliyên din "Azirîner" bi nav kir û Enqere hişyar kir.

Bi derbasbûna zêdetirî 5 mehan ji dema lidarxistina hilbijartina parlimanî li Iraqê, hîn dewleta nû li vî welatî nehatiye damezirandin.

 

Serepeyv