Adar 18, 2022 10:15 Asia/Tehran
  • Heşda Şebî ji bo parastina ewlekariya ziyaretkerên meha Şebaniyê yên li Kerbelayê dest bi operasyonê kir

Fermandetiya Operasyona Firatê Navîn di Heşda Şeibî ya Iraqê de ragihand ku wan dest bi plana ewlekarî ya parêzgeha Kerbelayê kiriye ji bo dabînkirina ewlekariya ziyaretkeran di nîvê şeva Şe’banê de bi helkefta jidayîkbûna Hezretê Weliyê Esir (e.s).

Îro Înê 15’ê Şe’bana sala 1443’an a Hîcrî, hevdemê 18’ê Adara 2022’an, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezretê Mehdî (e.s) îmamê duwazdehemîn ê şîeyên cîhanê ye.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê, fermandehiya operasiyonê ya Heşda Şebî di daxuyaniyekê de ragihand: Ev operasiyon bi belavbûna  hêzên Heşda Şeibî li 4 deveran destpê kir û heta dawiya merasima ziyaretê ya nîvê Şe'banê û vegerandina ziyaretkerên dawî yên Kerbelayê berdewam dibe.

Plana ewlekarî ya nîvê Şabanê bi hevkarî û hemahengiya Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê heta vegera ziyaretkerê dawî û bidawîhatina merasim dê berdewam dibe.

Serepeyv