Têkçûna plana DAIŞê ya ji bo pêkanîna operasyona terorîstî li Kerkûka Iraqê
Berdevkê artêşa Iraqê dibêje, plana DAIŞê ya ji bo pêkanîna teqîneke xwekujî li Kerkûkê têk çû.
Artêşa Îraqî, hêzên ewlekarî, û hêzên tevgera gelêrî berdewam in li ser lêgerîn, paqijkirin û şopandina paşmahîyên DAIŞê li seranserê welat daku piştrast bin ku DAIŞ û hêmanên wê yên reviyayî careke din ser hil nedin.
Li gorî rapora îro çarşemiyê ya El-Yewm El-Sabeeh; Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl got: "Li gorî fermana Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê ji bo zêdekirina tedbîrên ewlehî û îstixbaratê." Yekîneya Dijî Terorê bi hemahengî li gel Asayîşa Herêma Kurdistanê hewla DAŞê ya ji bo pêkanîna operasyona xwekujî di meha Remezanê de li parêzgeha Kerkûkê pûç kir.
Yahya Resûl her wiha got, di operasyonê de 2 xwekujên ne iraqî bi welatiyekî Iraqî re li parêzgeha Kerkûkê hatin girtin.
Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê destnîşan kir: Operasyona girtina terorîstan bi çavdêrî û şopandina sînorên vî welatî pêk hat.
Fermandariya Operasyonên Enbarê jî roja Şemiyê ragihand ku hêmanên DAIŞê li rojhilatê Felûceyê hatine bêbandorkirin.