Êrîşa li ser karwanê artêşa Amerîkayê li Iraqê
Çavkaniyên medyayî behsa êrîşa li dijî karwanekî piştevaniya leşkerî ya Amerîkayê li Selahedîn a Iraqê kirin.
Piştî biryara parlementoya Iraqê ya derkirina hêzên Amerîkayê ji vî welatî û paşxistina vê yekê ji aliyê Bexdayê ve, karwanên piştevaniya hêzên hevpeymaniya Amerîkayê di hefteyê de çend caran û carna jî çend caran dibin armanca bombeyên li kêleka rê.
Li gor Sputnikê îro Çarşemê; Karwanê piştevaniya leşkerî ya Amerîkayê li parêzgeha Selahedîn bû armanca bombeyên li kêleka rê.
Roja Sêşemê, karwanekî piştevanîya serbazî ya Amerîkî di operasyoneke taybet de li nêzîkî dergehê Cerîşan li parêzgeha Besrayê li başûrê Îraqê bû armanc.
Komên Îraqî tekez dikin ku divê hikûmeta Îraqî hêzên Amerîkî li gorî biryara parlamentê ji Îraqê vekişîne.
Amerîkiyan ragihandin ku wan hemû hêzên xwe ji Iraqê vekişandine, lê li gor hinek zanyariyan 2500 serbazên Amerîkayê bi sernavên din hîn li ser axa Iraqê ne.