Adar 14, 2022 13:53 Asia/Tehran
  • Iraqê Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê hazir kir

Li peyb êrîşa mûşekî ya Îranê ser navendên stratejîk ên Rejîma Siyonîst li Hewlêrê, Wezareta derve ya Iraqê Îrec Mescidî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê hazir kir û nivîseke itirazî da wî.

Li gorî ISNAyê ji zarê Sumiriye Newsê, Beriya vêya Wezareta derve ya Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ev wezaretxane êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê şermezar dike.

Wezareta derve ya Iraqê îdia kir ku di vê êrîşa mûşekî da cihwarên jiyanê ketine ber êrîşê.

Di vê daxuyaniyê da hatiye ku ev êrîş binpêkirina aşkira ya hakimiyeta Iraqê ye û dibe sebeba tirsa welatiyan û nearamiya Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê di vê rewşa hestyar da.

Wezareta derve ya Iraqê ev êrîş wek destdirêjî da zanîn û îdia kir ku ev kar ewlehiya Iraqê û aramiya miletê wê dike hedef û hewcedara helwêsta yekparçe ji bo sekinîna li hemberî wê ye.

 

 

Serepeyv