Adar 09, 2022 13:43 Asia/Tehran
  • Şandeyekî Iraqê ji bo vegerandina 800 malbatên DAIŞê serdana bakur û rojhilatê Sûriyê dike

Şandeyekî Parlamentoya Iraqê ji bo vegerandina 800 malbatên çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê serdana bakur û rojhilatê Sûriyê dike.

Li gor nûçeya Şefeq News îro 09.03.2022yê şandeyekî ji herdu lijneyên asayîş û koç û koçberan a Parlamentoya Iraqê geheştiye kampa Holê ya li bajarê Hesekê ya rojhilatê Sûriyê.

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî ragehand: ‘’Şandeyê dest bi nav nivîsandina 800 malbatên terorîstên DAIŞî yên ku Iraqî ne kiriye, da ku wan vegerîne Iraqê û niştecîh bike li kampa Cide ya li başûrê Mûsil a navenda parêzgeha Nînowayê.

Şêrwan Dûberdanî got: ‘’Piştî hûrbîniya nav an, ew 800 malbate bi çend qonaxan dê ji Iraqê re bên vegerandin.’’

Kampa Hol dikeve bajarê Hesekê û têde jin û zarokên terorîstên DAIŞê yên hatine girtine dijîn, ew kamp ji aliyê Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD)ê ve tê birêve birin.

Li gor zanyariyên dawiyê, 57 hezar û 460 kes di wê kampê de jiyan dikin ku hemû jin û zarok in û ji wê hejmarê 8 hezar û 555 kes anku (2 hezar 529 malbat) hemwelatiyên Iraqê ne.

Serepeyv