Adar 09, 2022 09:28 Asia/Tehran
  • Li bajarê Samera yê Iraqê 2 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkaniyên nûçeyan ên iraqî ji kuştina 2 terorîstên DAIŞê li bajarê Samerayê xeber dan.

Di sala 2017`an de, piştî sê salan şer û pevçûnan, Iraqê serketina li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê ragihand, lê hêman û endamên belavbûyî û veşartî yên vê koma têrorîst li hin navçeyên parêzgehên Iraqê ji wan parêzgehên Selahedîn û Enbarê, hîna çalak in.

Hêzên ewlekarî û artêşa Iraqê dixebitin van terorîstan ji nav biben û wan deveran bi temamî ji endamên terorîstan paqij bikin, lê tevî vê yekê, tevgera paşmahîyên DAIŞê li navçe û parêzgehên ziyanpêketî di mehên dawî de bi piştgirîya Amerîkayê zêde bûye.

Zêdebûna çalakiyên terorîstî bûye sedem ku hêzên çekdar ên Iraqê operasiyonên xwe li dijî paşmahiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeyên curbicur ên vî welatî zêde bikin û di pênc hefteyên borî de hejmareke mezin ji serkirdeyên terorîstan hatin kuştin û hejmareke din ji wan hatin girtin û baregeh û veşartgehên wan hatin jinavbirin.

Serepeyv