Hikûmeta Iraqê dengdana li ser qanûna piştevaniya bilez ji bo asayîşa xorakê da
Îro encûmena wezîrên hikûmeta federal a Iraqê çend biryar bo pêşgiriya giranbûna nirxê xorak derxist, herwaha dengdana li ser qanûna piştevaniya bilez a asayîşa xorakê da, ku ji Parlamentoya Iraqê re bê şandin.
Di vê derbarê de berdevkê fermî yê bi navê hikûmeta Iraqê Hesen Nazim ragehand, giranbûna nirxê xorakê bê bahane ye û hewldanek heye ji bo têkdana seqamgiriya bazarê û bazirganî kirina bi jiyana xelkê.
Wî herwaha got, encûmena wezîran îro 08.03.2022yê deng li ser qanûna piştevaniya bilez a asayîşa xorakê û pêşxistinê da ku ji parlamentoyê re bê pêşkeş kirin.
Berdevkê fermî yê hikûmeta federal a Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku encûmena wezîran îro deng li ser çend biryarekî ku bikevin xizmet û alîkariyê ji hemwelatiyên hejar re bike da. Piştî ku parlamento qanûna nû bipejirîne, hikûmet dikare bilez helwêst diyar bike wek rewşa niha.
Wî herwaha teqez kir, giranbûna niha ya nirxê xorak û tiştan bê bahane ye û emê pêşî lê bigrin.