Adar 07, 2022 15:27 Asia/Tehran
  • Nuceba: Tevgerên Tirkiyê li Iraqê gefbar in

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Nucebaya Iraqê got ku tevgerên Tirkiyê li Iraqê gefbar in û eger serokên vî welatî dev ji destdirêjiyê bernedin, em ê derbasî qonaxa leşkerî bin.

Tirkiyê di salên dawiyê da bi caran bi behaneya serkutkirina endamên PKKê destdirêjiya ser axa Iraqê kiriye. Ev destdirêjî tûşî berteka tund a dewleta Iraqê û welatên din ên cîhanê bûye.

 

Nesre Şemerî, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Nucebaya Iraqê tevî rexneya tund ji dagirkerî û tevgerên gefbar ên artêşa Tirkiyê, hişyarî da: Avakirina baregehên leşkerî ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyê va, Iraqê han dide ku bertek nîşan bide.

Şemerî derbarê mijarên navxweyî yên Iraqê, got: Divê haya me jê hebe ku her hêzeke çekdar li Iraqê tenê dikare ji bo berevaniya ji sînoran, pîrozwerî û ewlehiya neteweyî çekên xwe bi kar bînin.

Şemerî şîret li dewleta Iraqê kir ku nekevin aliyekî kêşeyên navneteweyî û bi rêya danûstandina tev welatên ku dixwazin hevkarî bikin, berjewendiyên gelê xwe dabîn bike.

 

 

 

Serepeyv