3 serkirdeyên DAIŞê li bakurê Iraqê hatin kuştin
Adar 07, 2022 01:24 Asia/Tehran
Çavkaniyên iraqî ji kuştina 3 serkirdeyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Selahedîn a bakûrê vî welatî xeber dan.
Di hefteyên dawî de, êrîşên endamên DAIŞê li herêmên rojhilat û bakurê Iraqê zêde bûne. Gelek kes û komên Iraqî zêdebûna tevgerên terorîst ên wekî DAIŞê li Iraqê bi pilana Amerîkayê ya berdewamkirina hebûna xwe ya dagîrker li Iraqê ve girê didin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, çavkaniyên iraqî şeva Yekşemê ragihandin ku hêzên Rêxistina Heşda Şeibî li bajarê "Şerqat"ê yê parêzgeha Selahedîn 3 serkirdeyên koma têrorîst a DAIŞê bi encamdana operasiyoneke kuştin.
Ev her sê terorîst weke hêmanên herî metirsîdar ên DAIŞê ne.