Adar 04, 2022 18:58 Asia/Tehran
  • Bexdayê ji bo cîgeha cîgirtiya Sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban berendam da nasandin

Bexdayê berendamê xxwe yê pêşniyazkirî ji bo bidestxistina cîgeha alîkarê Sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban da nasandin.

Sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban rêxsitineke navneteweyî ya navçeyî pêkhatî ji welatên pirranî ereb ên başûrê rojavayê Asyayê û bakûrê Afrîqayê ye; Yanî 22 welatên ku zimanê wan erebî ye pêkhatî ji 10 welatên afrîqayî û 12 welatên asyayî.

Li gorî rapora Furat Newsê, Wezareta derve ya Iraqê roja Înê Ebdulhusên Yeqûb Hendawî ji bo bidestxistina posta alîkarê Sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban da nasandin.

Wezareta derve ya Iraqê, resûmeya Ebdulhusên Yeqûb Hendawî bo nûnertiya vî welatî li Yekîtiya Ereban li Qahireyê şandiye da ku kiryarên pêwîst ji bo piştevaniya ji wî bo bidestxistina vê cîgehê bên kirin.

Yekîtiya Ereban di 22ê Adara 1945an bi 6 endamên damezirîner yanî Misir, Erebistan, Sûriye, Libnan û Urdinê hat damezirandin û Yemen jî çend rojan piştra di 5ê Gulana 1945an tev lê bû.

Vê yekîtiyê 22 endamên sereke û 4 endamên çavdêr hene.

Endamtiya Sûriyê li vê Yekîtiyê ji Mijdara 2011an va hatiye rawestandin.

 

 

Serepeyv