Hewlêrê 2 rê derbarê qedexeya firotina niftê da hene
Cîgirê berê yê Wezîrê Darayîya Iraqê got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo derbasbûna ji qedexekiirna firotina niftê ji hêla Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê va, 2 rêçare hene.
Fazil Nebî di hevpeyvîna tev malpera SNNê da têkildarî hikma vê dawîyê ya Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê da ku çalakîyên niftê yên Herêma Kurdistanê neyasayî bi nav kirin ragihand ku 2 rê ber Hewlêrê hene; yek eva ye ku vê meseleyê bi gotûbêjên ciddî digel hikûmeta navendî çareser bike, ji ber ku ti rêyek jibo nerazîbûna himberî hikma Dadgeha Bilind a Fêdêral tineye.
Cîgirê berê yê Wezîrê Darayîya Iraqê herwiha got: Rêya duyem jî eva ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê mafên darayî yên xwe bi zîrekatîyê di qanûna bûcê ya sala 2022yê da misoger bike û hemî daxwazên xwe yên darayî di berdêla radestkirina niftê bo Bexdayê da wergire.
Wî pêgirî kir ku Herêma Kurdistanê divê xwe digel rewşa nika biguncîne û nabe bi daxûyanîyên tund rewşê girantir bike û zextên ser welatîyên Herêma Kurdistanê zêde bike û hertim muzakire baştirîn rêçare ye.