Adar 01, 2022 20:24 Asia/Tehran
  • Dengê Dadgeha Federal a Iraqê derbarê dosyeya navnivîsîna berendamên serokomartiyê

Dadgeha Federal a Iraqê îro dengê xwe derbarê biryara taxima serokatiyê ya Parlimana vî welatî derbarê navnivîsîna dubare ya berendamên serokomartiya Iraqê ragihand.

Iraqê ji dema lidarxistina hilbijartina parlimanî di Cotmeha sala borî da ku hêzên siyasî nekarîne ji bo damezirandina dewletê li hev bikin, tûşî qeyrana siyasî bûye.

Parlimana Iraqê Duşemiya hefteya borî ragihand ku moleta navnivîsîna berendamên hilbijartina serokomartiya vî welatî bi dawî bûye, lê lipey raberkirina giliyekê ji aliyê çend nûneran li dijî Hişyar Zêbarî berendamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê bi tawana gendeliya, Dadgeha Federal a Iraqê bi vekolandina vê giliyê, biryar da ku berendamtiya Zêbarî red bike û bi qasî sê rojan navnivîsîna dubare ji bo berendamên nû dest pê kir.

 

 

Serepeyv