Sibat 21, 2022 17:34 Asia/Tehran
  • Komîteya Hevahengiya Şîeyan a Iraqê: Hewildanên ji bo komplogeriyê didomin

Komîteya Hevahengiya Şîeyan a Iraqê derbarê hewildanên ji bo pêkanîna komployê navbera şîeyên vî welatî hişyarî da û li ser pêwîstiya vekolandina esehî û derewbûna gotegotên têkildarî gefa ewlehiyê li ser hin kesayetiyên siyasî tekez kir.

Komîteya Hevahengiya Şîeyan a Iraqê nasyar bi Etarul Tensîqî wek berteka li hemberî gotinên Muqteda Sedr daxuyaniyek da û got: Ev komîte li gorî berpirsiyariya neteweyî, qanûnî û exlaqî, helwêsta xwe daniye ser piştgiriyê (ji Muqteda Sedr) û redkirina her cûre gefa li dijî her welatiyekî ji aliyê her terefekê va.

http://news.parstoday.com/contents/5225083 her wiha destnîşan kir ku ew ê bi awayekî cidî vê mijarê bi rêya Hêza dadweriyê bişopîne da ku hin kes nekarin bi alozkiirna rewşê di fikra pêkanîna komployê da bin.

Qeys Xezelî, Sekreterê giştî yê Tevgera Esayîba Ehlê Heq a Iraqê jî got: Nexşeya pêkanîna komployê navbera şîeyan heye û divê em di vî warî da hişyar bin.

Nûrî Malikî, Serokê Hevopeymaniya Dewleta Qanûnê jî di vî warî daxwaza zêdekirina hewildana ji bo parastina ewlehiyê û serdestiya qanûnê û sekinîna li hemberî binpêkerên qanûnê li vî welatî kir.

Her wiha Cewad Bûlanî endamê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê tevî amajeya bi nakokiyên siyasî li ser diyarkirina serokomar û serokwezîrê vî welatî, got: Em nîgeranê asêmanayîna rewşa siyasî li Iraqê ne.

Wî got: Şêwirînên siyasî ji bo bidestxistina lihevkirinê hema wisa didomin û hêviya me ev e ku ev şêwirîn di dawiyê da sûdmend bin.

 

Serepeyv