Sibat 20, 2022 15:56 Asia/Tehran
  • Hikmê dadgeha federal a Iraqê, dibe sedem, hevsengiya qawetê navbera Herêma kurdistanê û Bexdayê biguhere

Kovara Iraq Oil Reportê, nivîsî: Hikmê dadgeha federal a Iraqê, derheq neqanûnîbûna berhemanîn û firotina serbixwe ya neftê ji hêla Herêma kurdistana Iraqê va dûhatên giring ji wan guherîna hevsengiya qawetê navbera Herêma kurdistanê û Bexdayê bi dû xwe re tîne.

 Hikmê dadgeha federal a Iraqê ya heftiya derbasbûyî  li bara neqanûnîbûna  berhemanîn û firotina  serbixwe ya neftê ji hêla Herêma Kurdistana Iraqê gelek bertek bi dû xwe re anîn. Li piraniya bertekan ser lawzabûna  cih û şûna Herêma kurdistana Iraqê piştî vê hikmê hatiye teqezkirin. 

 Kovara inglîzî ya Iraq Oil Reporter a bi zimanê Îngilîzî, ku geşedanên sektora enerjiyê li Iraqê dinirxîne, li ser bandor û encamên neyînî yên vê biryarê agahî daye.

 Li gor rapora vê kovarê, yek ji dûhatên wê guhertina hevsengiya qawetê navbera Herêma kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê û lawzbûna cih û şûna Hewlêr ye. 

 Vê kovarê her wiha ragehand ku ger ev hikma cih were, hitmala rawestandina berhemanîna rojê ya 450 hezar bermîla nefta xav li Herêma kurdistanê heye.

Serepeyv