Sibat 15, 2022 22:51 Asia/Tehran
  •  Li parêzgeha Selahedîna Iraqê 7 terorîstên DAIŞê hatin girtin

Şaneya ragihandina ewlehiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgeha Selahedînê 7 terorîstên DAIŞ‘ê hatin girtin.

Di daxuyaniya şaneya ragihandina ewlehiyê ya Iraqê de hate gotin hêzên ewlehiyê li parêzgeha Selahedînê şaneyek ku ji 7 terorîstan pêk dihat girtin. Her wiha hate gotin ku şane ji koma "Qati Dicle" ye.

Di daxuyaniya şaneyê de hate destnîşankirin ku bargeha terorîstan a li navçeya Şerqatê hate rûxandin. Her wiha hate ragihandin li gorî mikurhatinên endamên şaneyê wan madeyên xwarin û teqemenî ji terorîstên li çiyayê Mexmûr û navçeya Şerqatê re dişandin.

Li gorî daxuyaniyê şane radestî aliyên têkildar hate kirin da ku werin cezakirin.

Serepeyv