Sibat 15, 2022 12:20 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞê li Daqûqê êrişî hêzên Iraqî kirin

Çekdarên DAIŞê li devera Daqûq ya Kerkûkê êrişî hêzên Iraqî kirin.

Berpirsê komîteya YNKê li bajarokê Daqûqê, Razad Rostem ji BasNewsê re got, şeva borî li gundê Risêbderb yê Daqûqê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin.

Azad Rostem her wiha got, di wê êrişê de efserekî Iraqî bi giranî birîndar bû.

Terorîstên DAIŞê li devera Daqûqê aktîf in û hêzên Iraqî nikarin pêşiya wan bigirin.

Serepeyv