Sibat 15, 2022 11:51 Asia/Tehran
  • Parlementa Iraqê: Hejmara kandîdên serkomariyê gihîştiye 60 kesan

Parlementa Iraqê ragihand, piştî bo cara duyem deriyê xwenamzedkirinê bo Serkomariyê Iraqê hat vekirin, hejmara namzedan gihîştiye 60 kesan.

Biryardera parlementa Iraqê Beyda Xizir ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihand, piştî bo cara duyem deriyê xwenamzedkirinê bo serkomariya Iraqê hat vekirin, hejmara namzedan gihîştiye 60 kesan.

Beyda Xizir herwiha diyar kir, navê namzedan dê di Komîteya Qanûnî ya parlementê re derbas bibe, piştre komîta taybet dê pêdaçûnê tê de bike û paşê dê biçe Desteya Destpakiyê û piştî wê dê teslîmî encumena bilind ya dadweriyê were kirin.

Her di vê derbarê de, piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) red kir vê partyê duhî Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji bo serkomariyê kir kandîd.

Heta niha roja civîna parlementa Iraqê bo hilbijartina serkomarê nû yê Iraqê nehatiye destnîşankirin.

Li gorî Destûra Iraqê, heta serkomarê nû tê hilbijartin serkomarê niha li ser posta xwe berdewam dibe.

Serepeyv