Sibat 14, 2022 18:17 Asia/Tehran
  •   Li Iraqê namzediya serokomariyê ya Hosyar Zebariyê PDKyî hat redkirin

Mehkemeya Federal a Payebilind a Iraqê rêya namzediyê li Hoşyar Zebariyê namzedê serokomariyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) girt.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Li gor nûçeya INAya ajansa fermî ya Iraqê mijara namzediya Zebarî îro di Mehkemeya Federal da hat nirxandin.

Di nûçeyê da wiha hat gotin, "Mehkemeya Payebilind a Federal biryar da û namzediya serokomariyê ya Hoşyar Zebarî red kir."

Mehkemeyê berî niha bi hinceta gendeliyên wekî malî û îdarî biryar dabû û namzediya Zebarî berwext dabû sekinandin.

- Serokomar ji Kurdan tê hilbijartin

Li Iraqê piştî dagirkirina Amerîkayê ya ji sala 2003yan pê va ji ber hevsengiya siyasî serokomar ji Kurdan tê hilbijartin.

Di hilbijartina serokomariyê da namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hişyar Zebarî û namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî Berhem Salih e.
 

Serepeyv