E'recî: Vekirina balyozxaneyan, dê destkefta gotûbêjên Îran û Erebistanê be
E'recî: Vekirina balyozxaneyan, dê destkefta gotûbêjên Îran û Erebistanê be
Sibat 07, 2022 12:14 Asia/Tehran
Qasim E'recî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê got ku encam û destkefta gotûbêjên rayedarên îranî û erebistanî li Bexdayê dê bibe sebeba vekirina balyozxaneyên du welatan.
Li gorî rapora IRNAyê, Qasim E'recî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê destnîşan kir ku gotûbêjên Îran û Erebistanê li Bexdayê dê gelekî girîng bin û encama van gotûbêjan dê bibe sebeba vekirina balyozxaneyên du welatan.
Wî her wiha got ku Iraq aliyê tu kêşeyeke navçeyî nagiore û her kom û kesek ku ji axa Iraqê êrîşî ser welatên cînar bike, dê were girtin.