Çile 31, 2022 18:38 Asia/Tehran
  • Helbûsî, Barzanî û Xencer bi Sedr ra civiyan

Serokê Parlimana Iraqê, Serkê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê di gel Muqteda Sedr serokê Tevgera Sedra Iraqê li Necefê civiyan.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Helbûsî, serokê Parlimana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û Xemîs Xencer serokê Hevpeymaniya Siyadeya Iraqê roja Duşemiyê di gel Muqteda Sedrê serokê Tevgera Sedra Iraqê li bajaroka Henaneya Necefê civiyan

Çavkaniyekî agah di vî warî dda got: Ev civîn bi armanca çareserkirina nakokiyên navbera Tevgera Sedrê û çarçova hevahengiya şîeyên Iraqê û yekgirtîbûna wan hat lidarxistin.

Biryar e ku sibe civîna parlimana Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû were lidarxistin.

 

Serepeyv