Heşda Şebî êrîşa terorîstên DAIŞê li bakurê Bexdayê bê encam kir
Çile 29, 2022 22:26 Asia/Tehran
Hêzên rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê êrişa terorîstên DAIŞê bo ser devera "Tarimiye" li bakurê Bexdayê paytexta vî welatî pûç kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîm`ê, Heşda Şeibî şeva îniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên firqeya 12`ê ya vê rêxistinê, di bin sîwana hewayî ya balafirên artêşa Iraqê de, êrişa terorîstên DAIŞê li devera Tarimiyê pêç kirin û terorîst neçar kirin ku ji navçê birevin.
Topxanên "Heşda Şeibî" jî çeperên terorîstên DAIŞê li derdora devera Tarimiyê kirin armanc.
Tevî şikestina koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, hêj hejmarek ji endamên vê koma têrorîst li navçeyên curbicur ên vî welatî hene û bi awayekî berbelav kiryarên terorîstî dikin.