Çile 29, 2022 20:21 Asia/Tehran
  • Kazimî: Êrîşa li ser balafirgeha Bexdayê hewldanek e ji bo lawazkirin û têkbirina Iraqê

Serokwezîrê Iraqê êrîşa li ser balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê wek hewldanek ji bo têkbirina romet û îtîbara welêt da zanîn.

Ajansa Ragihandina Ewlekariya Iraqê (El-Îlam El-Emnî) di daxuyaniyekê de ragihand: "Grûpên neqanûnî danê sibeya roja Înê 6 rokêtên Katyûşa avêtin balafirgeha navdewletî ya Bexdayê û di encamê de 2 firoke ziyan dîtin."

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê zanyariyên giring derbarê êrişê de bi dest xistine û tekezî li ser teroristîbûa êrişê hatiye kirin.

Li gorî malpera Şefaq News; Serokwezîrê Îraqî Mistefa Kazimî ku di heman demê de fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên wî welatî ye, îro Şemîyê got ku balafirgeha navdewletî ya Bexdayê bû armanca êrîşeke terorîstî ya tirsonek.

Kazimî amaje bi wê yekê jî kir, ku êrîşa bi mûşekan bo ser balafirgeha navdewletî ya Bexdayê, ziyan giheştiye firokeyên sivîl û ziyana pîsta balafirgehê, nîşana hewleke nû ye bo têkbirina rêhewayên Iraqê û herwiha lawazkirina prestîja welat.

Di vî halî de Kazimî diyar kir ku wê hêzên çekdar ên Iraqê bersiveke tekez bidin kiryarên wiha terorîstî û metirsîdar.

Kazimî her wiha bang li hemû hêz, partî, tevgerên siyasî û aliyên cuda yên Iraqê kir ku bi awayekî eşkere vê êrîşa metirsîdar şermezar bikin.

Serokwezîrê Iraqê her wiha daxwaz ji welatên dostên vî welatî li navçeyî û navneteweyî kir ku geştên esmanî yên hatûçûna  Iraqê sînordar nekin û bi vê awayî alîkariya terorîstan ji bo ku ew bigihêjin armancên xwe nekin.

Serepeyv