Wezareta Tenduristiya Iraqê: Pêla çarem ya Koronayê gihîştiye asta xwe ya herî bilind
Çile 29, 2022 17:02 Asia/Tehran
Wezareta tenduristiya Iraqê ragehand, pêla çarem ya vîrusa Koronayê li Iraqê gihîştiye asta xwe ya herî bilind.
Berpirsê ofîsa fermangeha giştî ya tenduristiyê li wezareta tenduristiya Iraqê, Riyaz Hilfî ragehandiye, vîrusa guhertî ya Koronayê ya bi navê Omîkron pir bi hêsanî û bi lez belav dibe.
Riyaz Hilfî her wiha gotiye, niha rojane zêdetirî 8 hezar pêketiyên Koronayê li Iraqê tên tomarkirin û ev jî nîşan dide ku Iraqê gihîştiye asta herî bilind ya pêla çarem ya Koronayê.
Wî berpirsê wezareta tenduristiya Iraqê daye zanîn jî, bo lêdana vaksînê çi ji destê wan tê dikin lê ya herî girîng ew e divê welatî xwe biparêzin û şîretên tenduristiyê bicîh bînin.