Çile 29, 2022 15:03 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn êrişî hêzên Iraqî kirin

Terorîstên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê êrişî hêzên Iraqî kirin.

Li gorî agahiyên medyaya Iraqî, Terorîstên DAIŞê derengiya şeva borî li devera Mitêbxiye li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê êrişî xaleka kontrolê ya hêzên Iraqî kirin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de 3 serbazên Iraqî birîndar bûn.

Di sala 2017an de, piştî 3 salan şer û pevçûnan, Iraqê serketina li hember koma têrorîst a “DAIŞ”ê ragihand, lê endamên belavbûyî yên vê koma têrorîst heta niha li hinek deverên parêzgehên Diyala, Kerkûk, Nînowa, El-Enbar, Selahedîn û Bexdayê hîn çalak in.

Serepeyv