Li başûrê Bexdayê bombeyek teqiya
Çile 29, 2022 13:29 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî yên Iraqê ragihandin ku li parêzgeha Babilê ya Iraqê teqînek qewmî.
El-Meyadîn duh Înê ragihand, di êrîşeke terorîstî de li devera Cebela ya parêzgeha Babilê li başûrê Bexdayê paytexta Iraqê 3 kes hatin kuştin.
Di mehên derbasbûyî de, operasiyonên terorîstî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê li dijî welatiyên iraqî li parêzgehên başûrê vî welatî zêde bûne.
Kanala Telegramê ya Saberin News li ser vê yekê nivîsand, dawiya meha borî dengê teqînekê li parêzgeha Besra ya başûrê Iraqê hat bihîstin. Tenê di van mehên dawî de bi sedan sivîlên Îraqî di encama teqînan de hatine kuştin yan jî birîndar bûne.