Çile 28, 2022 17:04 Asia/Tehran
  • Bi 6 mûşekan êrişî binkeya hêzên Amerîkayê kirin

Îro şeş mûşek li binkeyeke hêzên Amerîka û Hevpeymanan li nêzîk balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê xistin.

Ajansa Rûdawê ji Bexdayê ragihand ku îro şeş mûşek avêtin Binkeya Viktoriya ya Hevpeymanan li nêzîk balafirgeha Bexdayê.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di encama êrişê de ti zirarên canî nebûne, lê belê zirarên maddî hene û rokêtek li balafireke leşkerî ketiye û zirar gihandiye wê balafirê.

Herwiha dest bi ser çend mûşek û sekoyên avêtina mûşekan de hatiye girtin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê derbarê êrişê de dest bi lêkolînan kirine.

Serepeyv