Çile 28, 2022 13:36 Asia/Tehran
  • Hejmarek serkirdeyên DAIŞê ber bi Iraqê ve reviyan e

Medyaya Iraqê ragihand; di dema rûdana bûyerên Girtîgeha Xiwêranê de li Hesekê, hejmarek berçav a serkirdeyên DAIŞê ber bi sînorên Iraqê reviyan.

Çalakvanê siyasî yê Iraqê Fîras Ewlawî diyar kir; zindaniyên nav Girtîgeha Xiwêran di dema şikandina girtîgehê de ber bi sînorên Iraqê reviyan û li gundên li wê derê xwe veşartin.

Şeva pêncşema borî, terorîstên DAIŞê êrîşeke bi plan bo ser Girtgeha Xiwêran a li Hesekê encam dan.

Gelek çekdarên desteserkirî yên DAIŞê ji girtîgehê reviyan û çend roj şer û pevçûn di navbera hêzên Kurdî û DAIŞê de derket holê, ji herdu aliyan bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn û bi deh hezaran kesên nişteciyên derdora girtîgehê jî aware bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir; şer û pevçûn li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê bi dawî bûye û zindana Sinae ya li taxê bi temamî hatiye kontrolkirin.

HSDê tekez kir ku terorîstên DAIŞê plan dikirin ku Heseke, Reqa û Dêrezorê kontrol bikin û got: “Plana êrîşa ser zindana Xiwêran li derve hatiye amadekirin û 200 terorîstên DAIŞê beşdar bûne.”

Serepeyv