Çile 26, 2022 16:33 Asia/Tehran
  •  Serokwezîrê Iraqê serdana sînorê Iraq û Sûriyê dike

Piştî bûyer û aloziyên li Hesekê û yaxîbûna çekdarên DAIŞê yên li zindana vî bajarî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana sînorê Iraqê yên li gel Sûriyê û Sûriyê kir.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Mistefa Kazimî îro bi serdaneke neçaverêkirî gihîşt parêzgeha Mûsilê û ji bo şopandina rewşa ewlehiyê li navçeyê û nirxandina amadehiya hêzên Iraqî, serdana navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê kir.

 

Kazimî derbarê serdana xwe de di twîtekê de ragihand, wî li gel Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Înas, Wezîrê Navxwe Osman Xanimî û hejmarek efserên artêşê û berpirsên ewlehiyê serdana sînorê Sûriyê kiriye.

Biryar e Mistefa Kazimî li gel berpirsên artêşa Iraqê ku çavdêriya sînorê Iraqê yê li gel Sûriyê dikin, bicive.

Çavkaniyekî ewlehiyê li Şingalê ragihand, biryar e serokwezîr Kazimî serdana gundê Um El-Zîban bike ku dikeve ser sînorê Iraq û Sûriyê û li wê derê li gel berpirsên artêşa Iraqê û polîsê Neynewayê dicive.

Heman çavkaniyê ku nexwest navê wî were aşkerekirin, diyar kir ku serdana Mistefa Kazimî ji bo agahdarbûna ji rewşa ewehiyê û parastina sînor e û dibe ku paşê serdana Lîwaya 72 a artêşa Iraqê bike.

Iraq û Sûriyê nêzîkî 600 kîlometran sînorê hevbeş bi hev re hene.

Piştî yaxîbûna çekdarên girtî yên DAIŞê li Zindana Sinaa ya li taxa Xiwêrana Hesekeyê û êrişa hejmarek çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê bo ser zindanê, ku di encamê de hejmarek ji girtiyên DAIŞê reviyan, beşek ji çavdêrên siyasî wiha dibînin ku ew rewşa nû dê bibe metirsiyeke mezin li ser Iraqê jî, çimku egera wê yekê heye ku ew çekdar derbasî nav Iraqê bibin.

Serepeyv