Çile 26, 2022 13:59 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Êrîşa li ser ofîsa Muhemed Helbûsî terorîstî ye

Serokomarê Iraqê êrîşa bi roketan li ser ofîsa serokê Parlimana vî welatî li parêzgeha Enbarê şermezar kir û ew wek kiryareke terorîstî bi nav kir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Russia Today a erebî, Berhem Salih serokomarê Iraqê wek berteka li hemberî êrîşa bi roketan a êvara Sêşemiyê li ser ofîsa Muhemed Helbûsî serokê Parlimana vî welatî li parêzgeha Enbarê, di twîtekê da nivîsî: Êrîşa ku li ser ofîsa serokê Parlimanê li El-Enbarê pêk hatine û bûye sebeba birîndarbûna çend welatiyên sivîl, terorîstî ye.

 

Salih tevî amajeya bi vêya ku cihanîna vê êrîşê êrîşa li ser mafên neteweyî û qanûna bingehîn e, Yekîtiya neteweyî û hevgirtin ji bo piştgiriya ji aştiya navxweyî û têkoşîna dijî derfetxwazan û dewama rêya damezirandina kabîneyeke iraqî ku berjewendiyên bilind ên welêt biparêze û daxwazên gelê dabîn bike, daxwaz kir.

 

Di êrîşa ku êvara Sêşemiyê bi çar roketan li ser ofîsa Muhemed Helbûsî serokê Parlimana Iraqê li bajarê Kermeyê ya parêzgeha Enbarê pêk hat da, sê welatiyên sivîl birîndar bûn.

 

Serepeyv