Çile 24, 2022 15:47 Asia/Tehran
  • Li Daqûqa Kerkûkê teqîn: 3 serbazên Iraqî hatin kuştin

Di teqîna bombekê li Daqûqa Kerkûkê sê leşkeriyên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê di teqînekê de herî kêm 3 serbazên Iraqî hatin kuştin.

Qaymeqamê Daqûqê, Loys Fendî ji BasNewsê re got, îro danê nîvro li gundê Ebûşehab yê Daqûqê bombek bi hêzên artêşa Iraqê de teqiya.

Qaymeqamê Daqûqê da zanîn jî, di wê teqînê de 3 serbaz hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Hîn ti gurûpekê ev teqîn negirtiye ser xwe, lê piraniya kiryarên wiha terorîstî karê koma terorîst a DAIŞê ye.

Serepeyv