Çile 21, 2022 19:39 Asia/Tehran
  • Di êrişa Tirkiyê de li herêma Şingalê 2 şervanên YBŞê jiyana xwe ji dest dan

Di êrişa balafirên bêpîlot ên Tirkiyê de li herêma Geliyê Şilo a li Şingalê, 2 şervanên YBŞê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Rêveberê Asayişa Rojavayê Dîcle Sidîq Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand, îro di saetên êvarî de wesayîteke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) bû armanca êrişa firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê.

Li gor zanyariyên Sidîq Îbrahîm, ew wesayîta ku li herêma Geliyê Şilo ya Şingalê bû armanca êrişê, ya berpirsê kerta bacê ya YBŞê bû, ew bi xwe ne di nav wesayitê de bû.

Li gor zanyariyan di encama wê êrişa dronên Tirkiyê de 2 şervanên YBŞê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Rêveberê Asayişa Rojavayê Dîcle ragihand, navên wan şervanan; Azad Qîranî û Sebrî helîqî ne û ew kesên birîndar jî bo nexweşxanê hatine veguhestin.

Li gor çavkaniyên xwecihî 2 wesayîtên YBŞê derdora saet 15.30 bûn armanca êrişên dronên Tirkiyê.

Heta niha ji aliyê Tirkiyê  û YBŞê ve ti daxuyaniyeke fermî li ser vê bûyerê nehatiye belavkirin.

Xelkê herêmê dibêjin êrişên wiha li dijî YBŞ û hêzên Amerîkayê di encama hevkariya kesên xwecî û MITê pêk tên.

Serepeyv