Çile 21, 2022 09:26 Asia/Tehran
  • Sebebkarê êrîşa terorîstî ya sala 2016an li Kazemeynê hat girtin

Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku terorîstekî metirsîdar ku di operasyoneke mezin a terorîstan de li Bexdayê û êrişa ser devera Kazimiyê di sala 2016an de beşdar bû, hatiye girtin.

Li gorî nûçeya Al-Alamê, Ajansa Îstixbarat û Vekolînê ya Federal a girêdayî Wezareta Navxwe ya Iraqê duh Pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî çavdêrîkirina zanyariyên ewlehiyê ji nêzîk ve, hêzên wan karîn yek ji girîngtirîn terorîstên DAIŞê bigirin, ku li nav şaxê DAIŞê li parêzgeha bi navê wilayeta bakurê Bexdayê de kar dikir û li gor qanûna Dijî Terorê li ber teqîbat û şopandinê bû.

Ajansa Îstixbarat û Vekolînê ya Federalî ya girêdayî Wezareta Navxwe ya Iraqê tekez kir ku vî terorîst li ser berpirsatiya xwe ya veguhestina xwekujan û danîna bombeyên li kêleka rê li Bexdayê û beşdariya di çend operasyonên terorîstî de li Iraqê mikur hatiye.

Vî terorîstî îtiraf kir ku di sala 2016an da terorîst ji bo operasyonên terorîstî birin herêma Kazemînê.

Wî herwiha li xwe mikur hat ku di sala 2019an de beşdarî çendîn teqînên terorîstî li navçeyên Şe'la û El Şeib li Bexdayê bûye. Vî terorîstî piştî karên qanûnî bi dawî bûn sewqî edliyeyê hat kirin.

Di 11’ê Gulana 2016’an de li Taxa Kazemeynê êrîşeke xwekujî pêk hat ku di encamê de17 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn. Li devera Camiye ya li rojavayê Bexdayê jî otomobîleke bombekirî li navendeke polîsên Iraqê teqiya ku di encamê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serepeyv