Li bajarê Besreyê yê Iraqê 2 bombe teqiyan
Çile 20, 2022 19:23 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî yên Iraqê îro ragihandin ku du teqînên tirsnak li başûrê parêzgeha Besrêyê rû dan.
Li gorî rapora IRNA`yê, Şefeq News`ê ji zarê rayedarên ewlehiyê ragihand ku ev teqîn bi du teqemeniyên bidestçêkirî pêk hatine.
Yekem bombe li nêzîkî kompaniya Taiz a girêdayî berevaniya ji ewlehiyê li devera "Manawî Başa" teqiya.
Teqîna duyemîn jî li nêzî bankeke Îslamî ya li Kolana Esteghlalê rû da.
Heya niha ti kes û grûpekê berpirsatiya teqînan negirtiye ser xwe û derbarê zirar û ziyanên canî de jî ti agahî nehatine belavkirin.
Beriya 3 rojan du teqînên bi heman rengî li meydana El-Wathiq a li devera El-Kerade ya Bexdayê qewimîn.
Ti grûp û ti kesekî hîn ev teqîn negirtine ser xwe.