Çile 18, 2022 10:37 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedr û serdar Qaanî civiyan: Tevgera Sedrê bi Komîteya Hevahengiya Şîeyan ra fraksiyonê dadimezirîne

Çavkaniyeke siyasî ragihand ku piştî hevdîtina Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tev Serokê Tevgera Sedrê biryar hat dayîn ku ev tevger û Komîteya Hevahengiya Şîeyan ji bo damezirandina dewletê fraksiyonekê ava bikin.

Li gorî rapora Baghdad Al Yawmê, Serdar Qaanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî rija Duşemiyê di hevdîtina Muqteda Sedr serokê Tevgera Sedrê, yeksankirina helwêstên fraksiyonên siyasî yên şîeyan vekoland da ku Fraksiyona Sedrê, bi Komîteya Hevahengiya Şîeyan a nasyar bi El-Etarul Tensîqî (Çarçova Hevahengiyê) li nav parlimanê, fraksiyonekê ava bike.

Vê çavkaniyê tevî amajeya bi vê yekê ku armanca damezirandina vê fraksiyonê, damezirandina dewleta Iraqê ye, ragihand: Sedr di vê hevdîtinê gotiye ku eger Nûrî Malikî serokê Hevpeymaniya dewleta Qanûnê li dewleta nû beşdar nebe, dê Tevgera Sedr û Çarçova Hevahengiyê fraksyonekê damezirînin.

 

 

Serepeyv